Salvegera 9’an a avabûna Asayîşê li Qamişlo hate pîrozkirin.
Hêzên Asayîşê ya herêma Cizîrê bi vê boneyê şahiyek li Lîstgeha 12’ê Adarê ya li Qamişlo li dar xist.
Bi dehan endamên Asayîşê, şêx û rûspiyên ereb, endam û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de gelek kes axivîn û salvegera 9’an li şehîdan, malbatên Şehîdan, Rêber APo û gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kirin.
Her wiha li ser navê Rêveberiya Asayîşê jî hate diyarkirin ku wê destkefitiyên şehîdan biparêzin û ji bo ewlehî û aramiya herêmê qet ranewestin.
Di dawiyê de, Hêzên Asayîşê hatin xelatkirin.