17 Saziyên çapemeniyê û 150 rojnamevanan cezaya li dijî Şerwanî şermezar kirin

Li Silemaniyê 17 saziyên ragihandin û 150 rojnamevanan ji bo hempişeyê xwe yê girtî Şerwan Şerwanî daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Rojnamegeran biryara dadgeha Hewlerê ku 4 salên din cezayê girtîgehê li Şerwanî birîbûn şermezar kirin û gotin:
“Em vê zordariya bi navê yasa û dadgehê dijî hempîşeyê me hatiye kirin, red dikin û banga azadiya wî dikin.”

Li dijî biryara dadgeha Hewlerê ku cara duyemîn cezayê 4 salan a girtîgehê li Şerwan Şerwanî birî, nerazîbûn zêde dibe.

Li bajarê Silêmaniyê li ser navê 150 rojnamevan û 17 saziyên çapemeniyê daxuyaniyek hate dayîn.

“Cezakirina Şêrwan Şêrwanî zilme, em bêdeng namînin”

Destpêkê Serokê Liqa Sendîkayên Rojnamevanên Kurdistan a Silêmaniyê Karwan Enwer axivî:

Karwan Enwer, sûcên li dijî rojnamevanên li herêmê û bêdengiya hikûmetê a li dijî vê yekê bi bîr xist û got

Cezakirina Şêrwan Şêrwanî zilme, piştrastbin wê êdî rojnamevan bêdeng nemînin.”

Piştre Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed axivî û ev tişt anî ziman:

“Dadgehê bi vê biryara xwe carek din nîşan da ku ti serweriya wê nine”

“Kesên ku di dema dadgehkirina Şêrwan Şêrwanî de amade bûn, dibêjin ku belgeyên li ser Şêrwanî belgeyên ji berxwe de hatî çêkirin bûn.

Ew tawanên ku hatibûn xistina ser ne rast bûn.

Kes li bendê nebû ku cezayek wisa li Şêrwan were birîn.

Dadgehê bi vê biryara xwe carek din nîşan da ku ti serweriya wê nine.”

Piştî axaftinan daxuyaniya li ser navê saziyên çapemeiyê û û rojnamevana hate xwendin.

“Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevanên azad bûye herêmek metirsîdar”

Di daxuyaniyê de îşaret bi azadiya fikir, raman û demokrasiyê ya li Herêma Başûrê hate kirin û wiha hate gotin

Ji ber desthilata ne edalet û polîsî, Herêma Başûr ji bo rojnamevanên azad û serbixwe bûye herêmek metirsîdar.

Em vê sîstema bi navê yasa û dadgehê ya hemberî hempîşeyê xwe Şêrwan Şêrwanî red dikin.

“Pêwîste hemû kes ji bo azadiya Şêrwan helwestek raber bikin”

Rojanamevanan di dawiyê de destnîşan kirin ku ev ceza ne tenê dijî Şêrwan e, dijî dengê azad e û ev bang kirin:

Şêrwan Şêrwanî baca helwestek exlaqî, mirovî û netewî dide, ji bo vê pêwîste hemû kes xwe berpirs bibînin û ji bo azadiya Şêrwan zextê bikin.

KCK: Şêrwanî û hevalên wî di destê PDK’ê de dîlên siyasî ne

Back to top button