Şaredariyên 3 navçeyên girêdayî Qamişlo ji bo çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî û pêşwazîkirina pêdiviyên wan, bi şêniyan re civînên cuda li dar xistin.
Civîn li navçeyên Amûdê, Dêrikê û Çilaxa hatin lidarxistin.
Endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, siyasî, çandî û perwerdeyê beşdarê bûn.
Di civînan de, raporên xebatên hersê şaredariyan ên 3 mehên dawî hatin xwendin.
Di raporan de rewşa siyasî, rewşa gel li gund û navçeyên Qamişlo, rewşa rêxistinî, projeyên şaredariyan ên hatine pêkanîn û plansaziyên wan hatin nirxandin.
Beşdaran jî derbarê pirsgirêkên xizmetguzarî yên taxan bi nûnerên şaredariyan re nîqaş kirin.
Li gorî nîqaşan, piraniyan pirsgirêkan ên kenalîzasyonê, qutbûna avê û paqijiya taxan bûn.
Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî pêşniyar bi pêş ketin.
Nûnerên şaredariyan jî diyar kirin ku ew ê li gorî derfetên xwe van pirsgirêkan çareser bikin.