Rojnamevan Behêz Husên êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê şermezar kir û balkişand li ser hevkarî û bêdengiya PDK’ê û got:
“Nokerî û cehşitiya herî mezin ewe ku aliyek Kurd li Başûr hevkariya dijminê Kurdan dewleta Tirk bike.
Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Behêz Husên li ser hesaba xwe ya Facebookê di derbarê êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê nivîsek weşand.
Di nivîsa xwe de rojnamevan Behêz wiha dibêje:
“Dewleta Tirk ji esman ve bi balafirên bêmirov û biçek giran êrîşê li gelê Kurdan dike.”
Behêz Husên balkêşand ser asta dijmintiya dewleta Tirk ya dagirker li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê yên netewî û wiha got:
“Tirkiye li hemberî Kurdan bûye wek gayekî dîn.Kurd çi reng ala bilind bikin, Tirk wê bi wê sor bibînin û qoçan lê dide.”
Bihêz Husên balkişand hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya tirkiyê re jî û got:
“Nokerî û cehşitiya herî mezin ewe ku aliyek Kurd li Başûr hevkariya dijminê Kurdan dewleta Tirk bike.
Teslîmnebûna ji dewleta Tirk re wê baca wî giran be, divê PDK vê bizanibe”.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber nûnertiya YE’ê hatin protestokirin



