68 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Sala 2023’yan bi dawî dibe, lê hîna agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.
Yasanasên Iraqê dibêjin, çareserî êdî ewe ku dosya Silêman Ehmed here Dadgeha Federal a Iraqê.

Edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê ve ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 68 rojin agahî jê nayê girtin.

Sala 2023’yan bi dawî dibe, lê hîna jî hêzên PDK’ê bi tu awayî rê nadin ku malbat û parêzer bi wî re hevdîtin bikin.

Yasanasên Iraqî di derbarê revandina Silêman Ehmed de axivîn û diyarkirin ku ji bo binpêkirinên li Hewlêrê divê serdana li Dadgeha Federal a Iraqê were dayîn.

“Bêy biryara dadgehê nabe tu kes demek dirêj girtî bimîne”

Yasanasê Iraqî Salim Hewas destnîşan kir ku bêy biryara dadgehê nabe ti kes demek dirêj dibin çavande were hiştin û got:

“Mafê her kesî heye dema hat binçavkirin, bê dadgehkirin.

Ger kes tawanbar be, divê bi belgeyan were ispatkirin.

Ger ne tawanbar be divê were ragihandin ku ew bê tawane.”

Salim Hewas diyarkir ku her tometbarek bêy ku were dadgehkirin, di girtîgehê de were hiştin, binpêkirina yasayê ye û berovajiyê tevayî pîvanên mafên mirovaye.

“Divê saziyên navxweyî û navdewletî destwerdanî mijarê bikin”

Şirovekarê Siyasî Kazim El Hec jî axivî û got:

“Ji ber bêdengiya saziyên navdewletî û navxweyî yên mafên mirovan, li Hewlêrê binpêkirina mafên mirovan, azadiya ragihandin û azadiya fikrî tê kirin.

Tiştên ku çêdibin, rewşek metirsîdar nîşan dide.”

Kazim El Hec da zanîn ji bo dawî li binpêkirinên ku li Hewlêrê çêdibin were anîn, divê saziyên navxweyî û navdewletî zextan bikin.

Serê 65 rojan e Silêman Ehmed ji hêla PDK’ê ve revandî ye

Back to top button