QSD’ê sersaxî da malbatên şehîdên hêzên hikumeta Şamê

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk bi nameyekê, sersaxî ji malabatên şehîdên hêzên hikumeta Şamê re xwest ku di encama êrişên dewleta Tirk de li dijî herêmê şehîd bûne û şîfa ji birîndaran re xwest.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi peyamekê sersaxî ji malbatên şehîdên hêzên hikumeta Şamê re xwest û got:

“Em sersaxî ji malabatên şehîdên hêzên hikumeta Şamê re dixwazin ku di encama êrişên dewleta Tirk ên hovane de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye şehîd bûne û şifayê ji birîndaran re dixwazin.

Em di wê baweriyê de ne ku yekitiya gelê Sûriyê û qehremaniya wê li hember dewleta Tirk, rewşa xwazayî ya dîrok û civaka Sûriye ye ku dê hêzên me wê biparêze û li kêlka wê bisekine heta dagirkerî ji herêmên Sûriyê derxe.”

Back to top button