Meclisa Leşkerî ya Girê Spî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, axivî û got ew amade ne ku axa herêmê ji dagirkeriya Tirk biparêzin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Umer li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.

El Umer axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike ewlehiya herêmê têk bibe, şêniyên resen koçber bibin û malbatên çeteyên xwe li şûna wan bi cih bike.

Armanc projeya xwe ya mêtinger û guhertina demografiya herêmê pêk bîne.

El Umer got: “Ev berxwedana gel nahêle dagirkeriya Tirk bigihêje armanca xwe.”

Wîsam El Umer di dawiyê de piştrast kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî amade ne ku erkên li ser milê xwe bi cih bînin û rê li ber dagirkirina axa Sûriye bigirin.

Back to top button