Navenda Aso ya lêkolînên stratejîk kongreyek li dar xist

Navenda Aso ya Lêkolînên Stratejîk derbarê prosesa durxistina nûnerên bakur û rojihaltê Sûrî ji komîteya destûra bingehîn kongreyek lidar xist. Di kongreyê de Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed axivî û got: Sedema dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî, dewleta Tirk e. Ji ber ku cîhan hemû bûye esîrê biryar û vetoya Tirkiyê.

Navenda Aso ya Lêkolînên Stratejîk bi slogana “Bihêzkirina rêbazê demokrasiya hevpar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” li hola Beylesan a navçeya Amûdê kongreyek li dar xist.

Kongre bi armanca nîqaşkirina prosesa destûra bingehîn a Sûriyê û sedema dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê pêk hat.

Di kongreyê de Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemd, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê Xesan El-Yûsiv, hejmarek akademisyen û siyastemedar amade bûn.

Tevî ku vexwendname ji partiyên ENKS’ê re hatibû şandin jî lê tev li civînê nebûn û ev yek ji aliyê beşdaran ve hat rexnekirin.

ÎLHAM EHMED:
SEDEMA DÛRXISTINA NÛNERÊN HERÊMÊ JI DESTÛRA SÛRÎ, DEWLETA TIRK E

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed durxistina nûnerên 5 milyon niştecihên Sûrî bi şaştiyek mezin ya NY binavkir û got:

Dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên veto ya Tirkiyê ye.

Tevahî cîhanê bûye exsîrê biryarên Tirkiyê.

Dema prosesa diyalogona despê bike divê pirrengiya gelên herêmê li ber çavan were girtin.

Îlham Ehemd destnîşan kir ku komîteya destûrî dema hat avakirin ajinde û mudaxeleyên derve di prosesa siyasî ya Sûriyê de bi awayekî raste rast hebû.

Her wiha Beşdaran jî balkişandin li ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li dijî herêmê û gotin;

Di demeke bi vî awayî de nabe destûra Sûriyê were amadekirin.

Her wiha distura ku nûnerên gelê herêmê têde beşdar nebin, nûnertiya herêmê jî nake

Di dawiyê de komîteyek ji 9 kesan hate avakirin daku encamnameya vê kongreyê amade bikin.

Back to top button