Li pêşiya kargeha hatiye bombebaran kirin kon hat vedan
Welatiyên navçeya Amûdê êrîşen dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya li hemberî êrîşan şermezar kirin.
Li pêşiya kargeha ku hatiye bombebarankirin konê çalakiyê hat vedan.
Girseya gel li pêşeiya Kargeha Zeytûnan ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebaran kirin kom bû û êrîş şermezar kirin.
Xwediyê Kargehf Zeytûnan Mustefa Elo li vir axivî û got:
“Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku xelkê herêmê bide koçberkirin û birçî bihêle. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin û gav paş de navêjin.”
Piştî axaftinê li pêşiya kargehê konê çalakiyê hat vedan. Li gorî komîta amadekar wê çalakiya konvedanê du rojan dom bike.
33 Partî û tevgerên siyasî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin