33 Partî û tevgerên siyasî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Li dijî êrişên qirker yên dewleta Tirk li ser herêmê li gelek deveran bi daxuyaniyan êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.
Xelkên herêmê bang hêzên navnetweyî kirin ku li dijî êrişan bi erkên xwe rabin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan daxyaniyên şermezarkirinê tên dayîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Rêveberiyê eşkere kir ku ev êriş ked û fedakariyên ku di şerê li dijî terorê de hatine dayîn, pûç dike.

Rêveberiyê dazanîn ku divê Koalisyona Navnetweyî li dijî van êrişan helwestekê nîşan bide.

Her wiha bang li gel hate kirin li dijî van êrîşan bi erkên xwe yên netweyî rabin.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de teqez kir ku ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin.

33 partî û tevgerên siyasî li taxa Meheta a Qamişlo li ser heman mijarê hatin ba hev û daxuyaniyek hevbeş dan.

Di dema dayîna daxuyaniyê de balafirên Tirkiya dagirker cihên derdora Meheta bombebaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewamkirina êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşê aloztir dike û ewlehî û îstiqrara herêmê dixe metirsiyê.

Partî û rêxistinên siyasî bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk helwesteke zelal bide.

Partî û rêxistinan hişyarî da ku eger êrişî dewam bikin wê bibin sedema vegera xetereya DAIŞ’ê li Sûriyeyê û ewlehî û îstiqrara navneteweyî bixe metirsiyê.

Her wiha PYD, TEV-DEM’ê û Rêveberiya Xweser a herêma firatê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê şeremzar kirin.

Ji bo şermezarkirina êrişan, li Girkê Legê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirina dewleta Tirk bi êrişên xwe hemû qanûnên navnetweyî binpê dike.

Xelkên Girkê Legê civaka navnetweyî weke şirîkê van sûcan destnîşan kir.

Xelkên Çilaxa bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişan kirin.

Xelkên Çilaxa eşkere kirin ku ew ê bi hevgirtina gelan li pêş dagirkeran bisekinin.

“ARMANC JI VAN ÊRIŞAN TÊKBIRINA EWLEHÎ Û ÎSTIQRARA HERÊMÊ YE”

Bi heman daxwazê, li Amûdê jî daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

Li Reqayê jî Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan ya bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyanyek da.

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin.

Back to top button