HPG’ê nasnameya 4 şehîdên operasyonên şoreşgerî eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên di operasyonên şoreşgerî ên li Xakurkê û Zapê de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê diyar kir şehîdên operasyona şoreşgerî bi şerekî fedaî şêweyê serketinê nîşan dan û got:
Hevrêyan careke din nîşanî dost û dijminan dan ku gerîla têk naçin û ispat kirin ku ew hêviya azadiyê ya gelê me ne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên di operasyonên şoreşgerî ên li Xakurkê û Zapê de şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê got:

Di daxuyaniya xwe ya 23 û 24’ê Kanûnê de me ji gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re ragihandibûn ku li herêmên Xakurkê û Rojavayê Zapê hevrêyên me Memyan, Welat, Helmet û Huseyîn ku bi wêrekî bi ser dijmin ve çûn û şehîd bûn.

HPG: Careke din ispat kirin ku ew hêviya azadiyê ya gelê me ne

HPG’ê anî ziman şehîdên operasyona şoreşgerî temînata serkeftinê ne û wiha got:

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku fedaîtî û îradeya Apoyî ji xwe re kirin rêbazeke jiyanê, careke din nîşanî dost û dijminan dan ku gerîla têk naçin. Careke din ispat kirin ku ew hêviya azadiyê ya gelê me ne.

Bi domdarî li ser kesayet û jiyana cangoriyan HPG’ê ev tişt anî ziman:

Hevrêyê me Memyan di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ahmed Rûbar de, hunera herî zirav a profesyoneliya gerîlayên Apoyî bi cih anî û bi derbên ku li dijmin xist, dijmin hejand.

Hevrêyên me Helmet, Welat û Huseyîn jî ku ji Operasyona Şoreşgerî re pêşengî kirin, ala berxwedanê bi rengekî hêja bilind kirin û heta fîşeka dawî şer kirin.

HPG: Şehîdên me yên operasyona şoreşgerî temînata serketinê ne

HPG’ê diyar kir hevrêyan bi şerekî fedaî şêweyê serketinê nîşan dan û got:

Meşaleya azadiyê ya hevrêyên me Rojhat û Erdal a li Enqereyê pê xistin, li çiyayên Kurdistanê bilind kirin û yek ji derbên herî mezin ên dîrokê li dijmin xistin.

Dawiyê HPG’ê di serî de ji malbatên şehîdan, sersaxiyê ji tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê re xwest.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Memyan Armanc
Nav paşnav: Hakîm Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik: Begî
Bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: 22’yê Kanûna 2023, Xakurkê

Nasnav: Helmet Şahîn
Nav paşnav: Kawa Takor
Cihê jidayikbûnê: Dêrelok
Dayik: Leyla
Bav: Kazim Şukrî
Dem û cihê şehadetê: 23’yê Kanûna 2023, Zap

Nasnav: Welat Serhed
Nav paşnav: Welat Sonmez
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Dayik: Mîhrîban
Bav: Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 23’yê Kanûna 2023, Zap

Nasnav: Huseyîn Azad
Nav paşnav: Elyasa Çîftçî
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik: Nûran
Bav: Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 23’yê Kanûna 2023, Zap

Back to top button