Şerê Îsraîl û Hemas: 80 Roj

Şerê di navbera Hemas-Îsraîlê de bê navber dewam dike.
Heta niha bêtirî 20 hezar kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser kampa koçberan de 70 kes hatine kuştin.

Bêtirî 11 heyfteyane, di navbera Îsraîl û Hemasê de şerekî dijwar heye.

Di şerê heyî, Şerîda Xezayê ji hev ketiye.

Îsraîlê êrişî kampa koçberan kir: 70 Kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku Îsraîlê li kampeke koçberan a li Xezayê êrişî malan kir û herî kêm 70 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê berê ragihandibû ku herî kêm 60 kes mirine.

Di daxuyaniya nû ya wezaretê de hate diyarkirin ku di êrişa Îsraîlê ya li ser kampa koçberan al-Maghazî ya li navenda Xezayê herî kêm 3 mal hilweşiyane.

Li gorî daxuyaniyê hejmara miriyan derket 70’an.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew vê agahiyê “kontrol dikin”.

Diyar e ku ne pêkan e mirov ji çavkaniyên cuda vê bîlançoyê piştrast bike.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Kûdra anî ziman ku di êrişê de “blokeke ku ji malên hatine îkametkirin, hatibû çêkirin” hilweşiya ye û diyar kir ku dibe ku bîlanço girantir bibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihandibû dku roja Yekşemê di êrişa Îsraîlê ya li ser malên li kampa Cîbaliyeyê ya li bakurê Xezeyê de, ji heman malbatê 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê, ji 7’ê Cotmehê ve hejmara Fîlîstîniyên hatine kuştin gihişt 20 hezar û 424’an û 54 hezar û 36 kes jî birîndar bûne.

Netanyahu: Şer bi me berdêlên giran dide

Serokwezîrê Îsraîlê Benyanim Netanyahu got,

Şerê li Xezeyê Îsraîl mecbur kir ku “berdêlek pir giran bide”.

Piştî ku artêşa Îsraîlê ragihand ji roja Înê ve 14 leşker mirine, Netanyahu di daxuyaniyekê de got:

“Şer me neçar dike ku em berdêlên giran bidin, lê ji bilî şer ti çareya me nemaye.”

Back to top button