Konseya NATO-Ukrayna cara yekem pêk hat

Konseya NATO-Ukrayna, bi beşdariya Lîderên NATO û Zelensky cara yekem pêk hat.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg got:Me biryarên Ukrayna nêzî NATO dike, girt.
Beriya civînê, Rûsya carke din êrişî Kîevê kir.

Civîna Serokên Dewlet û Hikumetan a NATOyê ku li paytexta Lîtvanya Vilniusê hat lidarxistin dewam dike.

Di çarçoveya lûtkeyê de yekemîn civîna Komîsyona Ukrayna-NATO hat lidarxistin.

Di civînê de Serokê Ukraynayê Volodyemyr Zelensky û sekreterê NATOyê jî amade bûn.

Stoltenberg: Me biryarên ku Ukrayna nêzî NATOyê dibe girt

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ku axaftina vekirinê ya civînê kir got,

“Ev bi rastî demek dîrokî ye.

Hevalbend û Ukrayna li kêleka hev rûniştin û nêrîna me ya hevpar a ewlehiya Ewropî-Atlantîk nîqaş bikin.”

Stoltenberg diyar kir ku NATO di têkoşîna wê ya azadî û serweriyê de li kêleka Ukraynayê ye û wiha got,

“Em ji wêrekiya we îlhamê digirin.

Divê em li hemberî êrişa Rûsya, piştgirîya xwe ji bo Ukraynayê zêde bikin.”

Stoltenberg, diyar kir ku wan di lûtkeyê de endamtiya Ukraynayê ya di îtîfaqê de careke din teyîd kirin û ev tişt anî ziman:

“Me biryarên ku wê Ukraynayê nêzî NATO’yê bike girtine.

Îro em wek hev kom bûne.

Ez li hêviya wê rojê me ku em wek hevalbend werin ba hev.”

Rûsya careke din êrişî Kîevê kir

Çend saet beriya hevdîtina Zelensky bi serokên NATO re, nûçeya êrîşeke nû ya Rûsyayê li ser Ukraynayê di çapemeniyê de belav bû.

Serokê Îdareya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Serhiy Popko di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir de got,

“Di roja 504’an a êrişa dagirkeriya Rûsyayê li ser Ukraynayê de, dijmin careke din êrişî paytextê kir.”

Ji ber êrîşa hewayî ya Rûsyayê ku tê texmînkirin bi balafirên bêmirov (ÎHA) pêk hatiye, ji bo paytext Kîevê û tevahiya qada hewayî ya Ukraynayê alarma ku zêdeyî 2 saetan dewam dike hat ragihandin.

Rayedarên leşkerî yên Ukraynayê di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşan de diyar kirin ku di derbarê ziyan û hejmara kuştî û birîndaran de ti agahî li ber dest wan nîne.

Her wiha tevahî balafirên bêmirov ên Rûsyayê beriya ku bigihêjin hedefên xwe hatine rûxandin.

Encamnameya lûtkeya NATO hat eşkerekirin

Back to top button