FERMANDARIYA NAVENDÎ YA DYA YÊ-CENTCOM: SERKEFTINA MEKANÎZMAYA EWLEHIYÊ WÊ RÊ LI PÊŞIYA VEJANDINA DAIŞ’Ê BIGRE

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) û Fermandariya Giştî ya Ewropa ya DYA`yê îro bi fermandarên artêşa Tirkiyê re dicivin.
Wê civîn jî derbarê mekanîzmaya ewlehiya sînor de be.
Fermandariya Navendî ya DYA`yê diyar kir ku bi serketina mekanîzmaya ewlehiyê re , wê rê li pêşiya vejandina DAIŞ’ê were girtin.

 

Îro Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) û Fermandariya Giştî ya Ewropa ya DYA`yê diçin Enqerayê.

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev yek li ser malpera xwe ragihand.

Wê fermandarê çekên asmanî ya DYA’yê Thomas William Bergison ku erka cîgirê fermandarê navendî ya DYA girtiye

Û cîgirê Fermandariya Giştî ya Ewropa ya Stephen Twitty bi fermandarên artêşa Tirkiyê re bicivin.

Wê civîn derbarê Herêma Parastina Sînor û pêşketina mekanizmaya hevabeş de were lidarxistin.

CENTCOM’ê diyar kir ku hevkarî û danûstandinên Emerîka -Tirkiyê kilîta çareserkirina metirsiyên ewlehiyê ji Tirkiyê re ye.

Her weha dest nîşan kir ku Emerîka û Tirkiyê bi hev re dixebitin da ku bi lez mekanîzmaya ewlehiyê pêk bînin.

CENTCOM teqez kir ku serkeftina mekanîzmaya ewlehiyê wê rê li pêşiya derketina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî bigire.

Yekemîn dewreya Emerîka -Tirkiyê bi koordîneya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî roja yekşemê li Girê Spî pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button