Almanya firotina çekan ji bo Tirkiyeyê ranewestandiy

Di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî de Almanya diyar kiribû ku wan firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestandiye.

Lê bi pêşniyarbirsekê ve derket holê ku Almanyayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê ranewestandiye.

Partiya Çep ê Elmanî, bi hinceta ewê mudaxilê şerê li Lîbyayê bikin li dijî firotina çekan derdikeve.

Parlamentera Meclîsa Federal a Partiya Çep Sevîn Dagdelen, derbarê firotina çekan a Almanyayê de pêşniyar pirs pêşkêşî meclisa Alman kir.

Hikumeta Alman, bersiv da pêşniyar pirsa Dagdelen û got: “Wan ji 1’ê Çileya 2020 heya 4’ê Sibatê dest bi firotina çekan ji bo Tirkiyeyê, Qatar, Îmarat û Misirê kiriye.

Bi vê pêşniyarpirsê ve derket holê ku dewleta Alman firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê ranewestandiye.

Back to top button