Îro Doza Kobanê li dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin

Îro yekemîn rûniştina Doza Kobanê ya derbarê 108 siyasetmedaran li dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin.
Daxuyaniya HPD’ê ya di vê derbarê de hat astengkirin. Her weha di rûniştinê de Mafê axaftinê ji bo siyasetmedaran nehat dayîn, li ser vê yekê Parêzeran bertek nîşan dan.

Beriya 7 salan di 2014’an de, li dijî êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê, gelê Kurd li bakurê kurdistanê rabû serhildanê.

Di serhildanê bi dehan kes hatin kuştin û bi dehan jî hatin girtin.

Piştî buyerê bi 6 salan, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hinceta ku partiya HDP’ê bi serhildanê rabûye, fermana ‘Doza Kobanê’ da û bi vê yekê hevserokên HDP’ê yên berê di nava de bi dehan palementer û siyasetmedar girtin.

Li ser vê yekê îro rûniştina destpêkê ya vê dozê pêk hat.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahadîn Demîrtaş jî di nav de, 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên HDP’î lê têne darizandin.

Doz li 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li salona Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.

Ji baroyên Îzmîr, Amed, Wan, Şirnex, Riha, Dersim, Colemêrg, Agirî, Bûrsa û Mêrdînê serok û parêzer beşdarî rûniştinê bûn.

Parêzer ji salona rûniştinê derketin

Bi hinceta ku di salonê de cih tuneye, nêzî 100 parêzerên mafên mirovan ne-girtin hûndirê salonê.

Cihên ku diviya bû parêzer lê rûnin, polîsên hêzên taybet lê dan rûniştandin.

Mafê axaftinê ji bo siyasetmedaran nehat dayîn

Parêzeran redkirina daxwaza mafê axaftinê ya siyasetmedarên girtî, şermezar kirin û bertek nîşan da.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahadîn Demîrtaş jî, li ser ekrana SEGBÎS’ê “128 milyar dolar li ku derêye?” nivîsand.

Di danişînê de, Siyasetmedarên girtî, bi nivîsên li ser kaxizan nivîsandan, helwesta şandeya dadgehê şermezar kirin.

Nazmî Gur di nivîsandinê de, ev parve kir: “Ya ku tê xwendin çiye? SEGBÎS hat girtin. Em nabihîzin û nabînin.

Di dema xwendina îdîanameyê de, parêzeran cardin xwestin ku mafê axaftinê ji bo siyasetmedaran bê dayîn.

Palementeran daxwaza redda dadger kirin

Dema xwendina doznameyê de Hevseroka Giştî ya berê a DBP Sebahat Tûncel daxwaza redda dadger kir û got:

“Hûn hewl didin bêyî parêzeran me darizînin. Em naxwazin li vir bimînin û guhdar bikin.

Hûn nikarin vê dozê wiha bi rê ve bibin. Hûn îşkence dikin. Bêyî parêzerên me xwendina we ya doz-nameyê sûc e.

Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî ev tişt got, “me ne we dît ne jî dengê we bihîst.”

Back to top button