Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi çalakiyan êrşên dewleta Tirk şermezar kirin

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi çalakiyan êrşên dewleta tirk şermezar kirin.
Di çalakiyên ku li gelek deveran pêk hatin, bang li hêz, sazî û rêxistinên navneteyî hat kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê, şêniyên herêmê di nava çalakiyan de ne.

Di vê çarçoveyê de bi sedan ji şêniyên navçeya Til Rifetê daketin qadan û êrîş şermezar kirin.

Kesên ku tevli meşê bûn diyar kirin ku êrîş ne tenê li ser gerîla ye lê li ser gelê Kurd bi giştî ye.

Bi heman armancê Kongra Star ya navçeya Ehdes ya Şehbayê jî daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jî dayikên gerîla bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li ser herêmên parastina medyayê şermezar kirin.

Dayikan gotin weke ku gerîlayan êrîşên wan li ser garê têk birin, wê careke din van êrîşan bi keftî bikin.

HELEB

Kongra Star ya helebê jî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li ser Zap, Metîna û Avaşînê şermezarkitin.

HESEK

Partî û pêkhateyên Hesekê bi daxuyaniyekê êrşên dewleta tirk li ser herêmê şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de piştrast kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê binpêkirina peyman û qanûnên mafên mirovan e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî hate kirin ku li hemberî dewleta tir ya ku dijminatiya demokrasî û jiyana hevpar dike, bisekinin.

REQA

Yekîtiya jinên ciwan ya bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li ser hêrêmê şermezar kirin.

Di daxuyanyê de hate gotin dewleta Tirk bi van kiryaran, dixaze baweriya gelê xwe bi xwe ra careke din vegerîne piştî ku di şerê li Garê de bin ket.

MINBIC

Yekîtiya Jinên Ciwan yên li minbicê derbarê şerê li herêma parastina yên medyaye daxuyaniyek da.

Yekîtiya Jinên Ciwan kiryarên dewleta tirk li ser Zap, Metîna û Avaşîn şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rixmî êrîşên wan jî, tu carî nikarin vîna gel bişkînin.

TIL HEMÎS

Meclisa Til Hemîsê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewldana çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi bêdengiya NY rê didin Erdoganê faşîst û çeteyên wî ku sûcên dîtir bikin.

Meclisa Til Hemîsê bang li dewletên navneteyî kir ku bi erêkê xwe rabin û ji bêdengiya xwe derkevin.

Back to top button