Şêniyên Helebce: Em ê destê dijî tevgera azadîxwaz bibirin

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Welatiyên Helebce bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk weke hevkariya bi Tirkiyeyê re binavkirin û gotin Ewê li dijî dagirkeriyê heta dawî têbikoşin.
Her wiha Partiya Zehmetkêşan, Partiya Komunîst û Tevgera Demokratî ya Gelê Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên dagirkeriyê li ser qadên gerîla şermezar kirin.
Parlamenterên Ereb jî ji hikûmeta Iraqê xwestin ku li dijî êrîşan xwedî helwest be.

Hijmarek ji welatiyên Helebce dijî êrîşên dewleta Tirk li ser Avaşîn û Zapê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyea de salvegera komkujiya Ermeniyan ku li ser dewleta faşîst a Tirk hate bibîranîn.

Piştire hate diyar kir ku armanca dewleta Tirk, ji dagirkirina Başûrê Kurdistanê ew ku hemû destkeftiyên gelê Kurde tunebike.

Hate gotin ku di êrişên li ser herênêm parastinê yên Mediyayê hemû cûrên çekan tên bikaranîn, lê mixabin hemû hizb û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan û Iraqê, li hemberî dagirkeriyê bêdengin.

Di dawiya daxuyaniyê de şêniyan teqez kirin ku destê kesên dijî tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê, bi dijmin re dibin alîkar, bibirin.

“Divê Tirkiye yekser destdirêjiya li ser başûrê Kurdistanê rawestîne”

Her wiha Partiya Zehmetkêşan, Partiya Komunîst û Tevgera Demokratî ya Gelê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên dagirkeriyê li ser qadên gerîla şermezar kirin.

Partiyan di daxuyaniyê de bang li Tirkiyeya dagirker kir ku yekser êrîş û destdirêjiya li ser Zap, Metîna û Avaşînê rawestîne.

“Divê parlamen û hikûmeta Iraqê li dijî Tirkiyê helwestê nîşan bide”

Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Başûrê Kurdistanê bêdengiya li Başûr bi tundî şermezar kir û got:

“Divê parlamen, hikûmeta, partî û rêxistinên li herêmê bi yek deng û helwestê li dijî dagirkeriya Tirkiyê derkevin.”

Parlamenterên Ereb: Divê hikûmeta Iraqê li ny giliyê Tirkiyê bike

Parlamenterên Ereb ên parlamena Iraqê jî ji aliyê xwe ve da xuyakirin ku ev êrîş, bi hemahengiya Hewlêr û Bexdayê tên kirin.

Parlamenteran da zanîn ku, pêwîst e hikûmeta Iraqê Tirkiyê ji axa xwe biqewitîne û li NY giliyê wê bike.

Back to top button