Hikumeta Alman: Em şopdarên Doza Kobanê ne

Ji Parlamentoya Ewrupayê û gelek aliyan li dijî doza kobanê nerazîbûn hatin nîşand dan.
Parlementoya Ewropayê bang li Tirkiyê kir ku hemû girtiyên siyasî berde.
Berpirsa Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a hikumeta Elman jî zextên li ser HDP’ê rexne kir û diyar kir ku ew dozê bişopînin.

Derbarê doza diji parlamenterên HDP’ê, ji gelek aliyan ve nerazîbûn hatin nîşan dan.

Berpirsyara Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a hikumeta Elman Baerbel Kofler nerazîbûn nîşanî dozê da, zextên li ser HDP’ê rexne kir û got:

Li Tirkiyê mirovên ku nêrîna xwe ya cuda tîne ziman, tên krîmînalîzekirin. Hikumeta Elman wê şopdarê Doza Kobanê be.

Wê ji nêz ve bişopînin bê dewleta hiqûqê tê meşandin yan na û xwest dawî li lêpirsîn û darizandina Selahattîn Demîrtaş bê anîn.

Her weha diyar kir ku li gorî biryara DMME’ê divê Demîrtaş bê berdan.

Parlamentoya Ewropayê bang li Tirkiyê kir: Hemû girtiyên siyasî berdin

Parlamentoya Ewrupayê jî bang li Tirkiyê kir ku Hevserokên giştî yê berê ê HDP’ê jî di nav de, hemû girtiyên siyasî berde.

Di saetên ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû li Brukselê hevdîtinan dikir de, Parlamentoya Ewropayê (PE) ji bo kesên ku li Tirkiyê weke “girtiyên siyasî” pênase dike, biryarek girt.

Di biryarê de hat xwestin ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya hikmên DMME’ê de bê berdan.

Her wiha ji bo Fîgen Yuksekdag jî hat xwestin ku hemû sûcdariyên li dijî wê bên betalkirin, hemû girtiyên HDP’î bên berdan û bêyî gefxwarin karibin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

Partiya Çep a Swêdê piştgirî da HDP’ê

Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep Hakan Svenneling diyar kir ku ewê hewldana cezakirina HDP’iyan qebûl nekin û piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re xurtir bikin.

Seroka Duyemîn a Forûma Çep a Navneteweyî Yekbûn Alp da zanîn ku li dijî girtina rêveberên HDP’ê, wê heta dawiyê piştgiriyê bidin.

Di vê navberê de endamên Partiya Çep ên bajarê Uppsalayê li ser medya dîjîtal ji bo piştgiriya HDP’ê dest bi kampanyayê kir.

Raportorê PE: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîn e

Raportorê Tirkiyê yê Parlementoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amor têkildarî Doza Kobanê, Parlementoya Ewropayê û Navenda Giştî ya HDP’ê twîtek parve kir.

Amor, diyar kir ku Doza Kobanê ji nêz ve dişopînin û anî ziman ku krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne.

Back to top button