Encamnameya lûtkeya NATO hat eşkerekirin

Di lûtkeya lîderên NATOyê de mijarên dihatin texmînkirin rojevên sereke bû.
Lîderan, mijarên têkliyên bi Rûsyayê re, têkoşîna li dijî teror û endamtiya Ukrayna bo NATO nîqaş kirin.
Lîderan beşdarbûna Ukrayna ya bo NATO’yê red kirin û ev pêvajo bo paşerojê hişt.

Lûtkeya Lîderên NATO ya li paytexta Lîtvanya Vilniusa daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser piştgiriya tam a mafê Ukraynayê ya ji bo hilbijartina rêgezên xwe yên ewlehiyê û hate gotin;

“Paşeroja Ukraynayê di NATO’yê de ye.”

Lîderan ji bo endamtiya wê jî ti demek zelal eşkere nekir.

Di daxuyaniya NATOyê de wiha hat gotin:

“Em hevgirtina xwe ya bênavber bi hikûmet û gelê Ukraynayê re ku bi qehremanî netewe, ax û nirxên hevpar diparêzin, dubare dikin.”

Di daxuyaniya xwe de desteka dîplomatîk ji Kîevê re hat dayîn.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya ewlehiya Ukraynayê ji bo Hevbendiyê û hevalbendên wê.

NATO: Rûsya rasterast ji bo herêma Ewropa-Atlantîkê gefe

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Federasyona Rûsyayê ji bo ewlekariya Hevpeymanan û ji bo aştî û aramiya li herêma Ewropa-Atlantîk xetereya herî mezin û rasterast e.”

Hat destnîşankirin ku wê tevgerên li Derya Reş bên şopandin û hişyariya rewşê bê zêdekirin.

NATO: Polîtîkayên zor yên çînê ji bo berjewendiyên me gefek e

Di daxuyaniya ku piştî Lûtkeya NATOyê hate dayîn de, têkildarî Çînê jî nirxandin hatin kirin.

Hate diyarkirin ku polîtîkayên bi îddî û bi darê zorê yên Çînê ji bo berjewendî, ewlekarî û nirxên NATO’yê dixe xetereyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Em nikarin îhtîmala êrîşkirina ser serwerî û yekparçeyiya axa Hevpeymanan paşguh bikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê çarçoveyê de nûjenkirina kapasîteya nukleerî wê bidome.

Parastina Moşekên Balîstîk ên NATO’yê (NATO BMD) ji bo parastinê bi temamî di meriyetê de ye.

Hat destnîşankirin ku ev bername bi alîkariya dilxwazî ​​ya welatên wekî Romanya, Tirkiye, Spanya, Polonya û DYA’yê pêk hatiye.

NATO’yê “biryariya Îranê ya ku tu carî nebe xwedî çekên nukleerî” dubare kir û bal kişand ser vê yekê ku ev hevpeyman cîhanek bênukleerî armanc dike.

Li sînorê Rûsya lûtkeya lîderên NATO

Back to top button