Li sînorê Rûsya lûtkeya lîderên NATO

Lîderên NATO ji 1949’an ve, cara yekê ye li welatekî ewqas nêzî Rûsya lûtkeya xwe pêk tînin.
Ji bo lûtkeyê tevdîreke zêde ya ewlekariyê hatiye girtin.
Balafirên Fransa û sîstema parastina asmanî ya Almanya tevî hezaran hêzêne ewlekariyê di tevgerê de ne.
Ukrayna û endamtiya wê mijara sereke ya lûtkeyê ye.

Di dîroka 74 salî ya Hevalbendiya Atlantîka Bakur NATO’yê de, serokên dewlet û hikumetên endam civiyan.

Di dîroka NATO’yê de dibe ku cara yekeme lîderên wê li welatekî ewqas nêzî Rûsya kom dibin.

Lûtkeya NATO ya vê carê li paytexta Lîtvanya Vilnius pêk tê.

Ev bajar tenê 200 kîlometereyî durî xaka Rûsya Kaliningradê ye.

Her wiha 360 kîlometreyî dûrî sînorê Ukrayna yê dibin kontrola Rûsyayê de ye.

Belarûs ya hevalbendê Rûsya ku çekdarên Wagner lê bicihbûyî jî tenê 35 kîlometre dûrî Vilniusê ye.

Ji bo pêkanîna civîna herî mezin a serokên dewlet û hikûmetan di dîroka Lîtvanya de, artêşa Lîtvanya û hevalbendên wê yên NATOyê bi qasî 4 hezar leşker bi cih kiriye.

Lîderên NATO di lûtkeya li Vilniusê de kom bûn

Di lûtkeya du rojî ya ku îro û sibe bê lidarxistin de, dema endamên ewlekarî û servîsên veşartî bên zêdekirin, wê artêşeke ewlekariyê ya ji 12 hezar kesî pêk tê, di tevgerê de be.

Dîplomatên Lîtvanyayî dibêjin, pêwîst e ji bo “provokasyoneke” muhtemel a Rûsyayê amade bin.

Lûtke di bin parastina balafirên Rafale yên ji aliyê Fransa û bataryayên mûşekên Patriot ên Almanyayê ve hatine bicihkirin, tê lidarxistin.

Civîna Vilnius ji bo Fînlandiyayê jî xwedî taybetmendiyek yekembûnê ye.

Fînlandiya di 4’ê Nîsanê de, bûbû edema 31’emîn yê NATOyê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ku tê çaverêkirin beşdarî Lûtkeya Vilnius bibe, dê bi hempîşeyê xwe yê Amerîkî Joe Biden re bicive.

Di lûtkeya NATO’yê de endamtiya Ukrayna

Tê çaverêkirin ku sê planên nû yên parastina herêmî yên Hevpeymanan li dijî gefên li ser NATO werin pejirandin.

Li gorî Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, 300 hezar leşkerên amade yên hewayî û deryayî wê piştevaniya van planan bikin.

Tê çaverêkirin ku NATO ‘Plana Çalakiya Endamtiyê’ deyne aliyekî da ku rêyek xweştir pêşkêşî Kîevê bike.

12’ê Tîrmehê civîna Konseya NATO-Ukrayna wê pêk bê

Roja Çarşemê wê civîna Konseya NATO-Ukraynayê li ser asta serokên dewlet û hikumetan were lidarxistin.

Stoltenberg berê teqez kiribû ku heta şerê bi Rûsyayê re dewam bike, Ukrayna tevlî hevpeymaniyê nabe.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan diyar kir ku NATO wê ji bo Ukraynayê “rêya reformê” diyar bike da ku welat bikaribe tev li NATO bibe.

Li aliyê din Rûsya hişyarî dide NATOyê ku endamtiya Ukraynayê wê encamên “pir neyînî” li ser ewlehiya Ewropayê bixwere bîne.

Back to top button