8 sivîl li Idlibê hatin kuştin

Ji ber şerê navbera Rejîma Sûrî û komên Dewleta Tirk li Idlibê, 8 sivîl ku 5 zarok jî di nav de ne hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî diyar kir ku, bi topbarana li ser bajarê Dana yên tijî koçber, sivîlek hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Di heman demê de, jin û zarokek jî bi balafirên Rûsya li gundê “El-Ebzimo” yê Rojavayê Helebê hatin kuştin.

Back to top button