
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 3 sivîl di nav de jinek li Efrînê revandin.
Ji bo sererastkirina rewaş komên çete bi rêjîmê re, navendên lihevanîna niştimanî, tên avakirin.
Çeteyên Tirkiyê, 2 sivîlên ku kurê apê hev in, ji navçeya Şiyê ya Efrînê revandin.
Navên kesên hatin revandin wiha ye: Izet Bekir û Izet Mihemed Bekir
Çete beramberî berdana her du sivîlan 5 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wan daxwaz dike.
Çeteyên li Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê jina bi navê Ayşe Xelîl Kedro revandin û birin cihekî ne diyar.
Rûsya û Tirkiye navendên ”lihevanîna niştmanî” ava dikin
Li aliyek din, çavkaniyên herêmî ragihandin ku li gund û bajarê Efrînê, ”navendên lihevanîna nîştimanî” hatin avakirin.
Ev ”navendên lihevanînê” bi koordîneya Tirkî-Rûsî tên avakirin.
Çavkaniyan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji avakirina van navendan, rewşa komên çete bi rejîmê re sererast bike.