Li herêma Serhedê gerîlayan wesayiteke leşkerî rûxandin û 2 dagirker ceza kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina salvegera Berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê çalakî lidar xistin.
Hêzên gerîlayan li herêma serhedê û Metînayê li dagirkeran da.
Di encama herdu çalakiyan de 5 leşkerên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Têkildarî çalakiyên li dijî dagirkeran HPG’ê ev agahî parve kirin:

“Li herêma Serhedê;

12’ê Hezîranê li qada Gundê Kaşinê yê navçeya Ebexê ya Wanê, li hemberî dagirkerên ku dest bi operasyonê kiribûn, bi sabotajê li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarokê hate xistin.

Di vê çalakiyê de ku bi serketî pêk hat, 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Li herêma Metînayê;

10’ê Tîrmehê li Qada Girê Koordîneyê bi çekên giran li kozika dagirkeran hate xistin.

Di encamê de kozika dagirkeran hate rûxandin, 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî bi giranî birîndar bû.

Piştî çalakiya serkeftî ya hêzên gerîlayan, HPG’ê da zanîn dagirkeran bi helîkopteran miriyên xwe ji qadê rakirine.

HPG’ê ragihand ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatiye lidarxistin.

HPG: Qadên berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 82 caran hatin bombekirin

Di dawiya daxuyaniyê de li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê got;

Qadên berxwedanê û çeperên şer 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 7 caran bi helîkopterê êrişê

û 82 caran jî bi çekên giran hatin bombekirin.

Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 10’ê Tîrmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl jî hewl da tunelên wan bi kepçeyan hilweşîne.

https://anfkurdi.com/kurdistan/gerila-silav-da-berxwedana-14-e-tirmehe-171646

Back to top button