Li Sûdanê bazarek gel hat armanckirin: 34 Kes mirin

Li Sûdanê piştî agirbesta ji bo Cejna Qurbanê hatî dayîn bi dawî bû, aliyên şer dest bi êrişan kirin. Li bajarê Om Durman ê nêzîkî paytext Xartumê bazarek netewî hate bombebarankirin.
Di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest da.

Şerê navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ji Nîsanê ve berdewam e ku encamê de bi hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan kes koçberbûne.

Tevî bi caran her du aliyan agirbest ragihandine jî, lê hîna gelek dem derbaznebûyî şer û alozî dîsa destpêdikirin.

Her du hêzên şerker ên Sûdanê hev du di destpêkirina êrişan de tometbar dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xartumê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh êvarî bazarek a bi navûdeng ya li bajarê Om Durman ê nêzîkî paytexta Sûdan Xartumê, hate bombebarankirin.

Heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di nava wan de zarok jî hene.

Her wiha hate destnîşankirin ku piraniya qurbaniyan bazirgan û kesên xwedî wesayîtên veguhestinê bûn.

Ji 15’ê Nîsanê ve şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de, dewam dike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama şer de zêdetirî 3 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 2 milyon kes koçber bûne.

Her wiha di 30’ê Hezîranê de Ajansa Nûçeyan a Iraqê WAA ya ku agahiyên xwe dispêre berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El Sehaf ragihandibû ku bi 5 balafirên C130, 621 kes ji Sûdanê vegerandin Iraqê.

Di nav kesê hatîn vegerandin de Sûriyeyî û Sûdanî jî hebûn.

Şerê li sûdanê

Back to top button