Şêniyên Hesekê û Til Temirê bi çalakiyên cuda şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn û gotin ew ê li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe bidomînin û destkeftiyên wan xwedî derkevin..
Saziya Malbatê Şehîdan a Hesekê118 şehîdên Tebaxê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El Elî şehîd bi bîr anîn û wiha got:
“Şehîdan di oxira pêkanîna destkeftiyan de fedakarî kir û emê li ser xeta şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîna xwe bidomînin.”
Fermandarên Meclisa Leşkerî jî ya Heseskê Alan Hesekê jî soz da malbatên şehîdan û beşdarên merasîmê ku ew ê rêça şehîdan bişopînin û tola wan hilînin.
Til Temir-Şehîdên meha Tebaxê hatin bibîranîn
Li Til Temirê şeniyan şehîd Vejîn Jiyan û Ozgur Ronî ku di meha Tebaxê de şehîd bûbûn bi bîr anîn.
Di merasîmê de mûm hatin pêxistin û sînevîzyonek li ser şehîdan hate pêşandan.
Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.