Nobeda Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo di hefteya 584’an de ye

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêber Apo li Strasboûrgê tê lidarxistin, bi komek ji sê welatparêzên ji saziyeke alîkariyê dewam dike.

Çalakîya bi navê ‘Nobeda Azadiyê’ di 25’ê Hezîrana 2012’an de bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê destpê kir dewam dike.

Armaca çalakî şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Çalakgerên vê hefteyê Suleyman Kûle, Mehmet Okan û Mûrat Demîr in ku li Fransayê karên mirovî dikin û bi navê saziya xwe tevlî çalakiyê bûn.

Berdevkê komê Suleyman Kûle diyar kir ku Rêber Apo di nava tecrîdeke mutleq de ye, nikarin agahiyê jê werbigirin û got:

“Heta Rêberê me azad bibe em ê nobeda xwe dewam bikin.”

Berdevkê komê bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê-CPT, Parlamenta Ewropayê û saziyên din ên Ewropayê ya li hemberî tecrîdê şermezar kir.

Her wiha bang li raya giştî ya Ewropayê kir ku li hember vê yekê bêdeng nemînin.

Back to top button