Zeyneb Murad: Tirkiyê di vê sedsala nû de dixwaze sînorên xwe berfirehtir bike

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad da zanîn ku Tirkiye di êrişên xwe de bi Zap, Metîna û Avaşînê sînordar nemîne. Zeyneb Murad dibêje:” Tirkiyê dixwaze di vê sedsala nû de sînorên xwe berfirehtir bike û ew wîlayeta ku weke Musul dihat binavkirin careke din bixe bin desthilatdariya xwe”.

Dewleta Tirk a faşîst di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê êriş da destpêkirin.

Derbarê geşedanên siyasî, êrişên li hemberî herêmê û armancên Tirkiyê Hevseroka Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad nirxandin kir.

Zeyneb diyar kir ku konsepta şer a ku hatiye amadekirin armanc dike ku hebûna kurd ji holê rake û got:

Stratejiyeke dewleta tirk a dirêj û bêdawî heye.

Niha konsepteke şer xistine dewreyê, yek ji vê jî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn e.

Bi vê yekê Tirkiyê dixwaze xewn û xeyalên xwe yên Osmanî bi cih bînin û sînorên xwe berfireh bikin.

Zeyneb da zanîn ku ji aliyê din di sala 2023’an de sedsaliya tifaqiya Lozanê heye û wiha bi lêv kir:

Tirkiye careke din dixwaze di vê sedsala nû de sînorên xwe berfirehtir bike û ew wîlayeta ku weke Musul dihat binavkirin careke din bixe bin desthilatdariya xwe de.

Zeyneb Murad: Dewleta Tirk statûya başûrê Kurdistanê nas nake

Zeyneb Murad dibêje:

Dewleta Tirk û rayedarên wî bi awayeke aşkere tînin ziman ku başûr û rojavayê Kurdistanê weke perçeyeke welatê xwe pênase dike.

Loma statûya başûrê Kurdistanê nas nakin, ji xwe naxwazin ku statûya kurdan hebe.

Hevseroka KNK’ê bal kişand ser êrişên li hemberî Şengalê û wiha anî ziman:

Êirşa li ser Şengalê berdewamiya Peymana 9’ê Cotmehê ye.

Dixwazin îradeya civaka me ya êzidî bêparastin bihêlin.

Erk û berpiryariyeke netewiye ku em jî xwedî li axa xwe derbikevin.

Back to top button