Yûnan: Tirkiye ji mirina koçberan berpirsyare

Li Derya Spî careke din trajediya koçberan heye.
Bota koçberên ku dixwestin ji Tirkiye derbasî Yûnanîstanê bibin, binav bûbû.
Bota ku 26 kes di nav de bûn, 4 mirin.
Wezîrê Koçberiyê yê Yûnan got,
Tirkiye ji mirina koçberan berpirsyare.

Wezîrê Koçberiyê yê Yûnanîstanê Notis Mitarakis îro li Atînayê di civîneke çapemeniyê de axivî û diyar kir ku divê Tirkiye ji bo pêşîgirtina li qaçaxçiya mirovan hewildanên zêdetir bike.

Wezîrê Yewnanîstanê diyar kir ku keştiya ku zêdeyî 20 koçber tê de bûn, dema ji peravên Tirkiyeyê ber bi Yûnanîstanê ve hatine şandin, nehat astengkirin û got,

“Ev rastiya rojane ya Egeyê ye.”

Keştiya plastîk a ku 26 kes tê de bûn, roja Sêşemê dema dixwest derbasî Yewnanîstanê bibe ji ber şert û mercên hewayê û pêlên dijwar binav bû.

Tîmên rizgarkirinê 22 kesên di keştiyê de rizgar kirin.

3 jê zarok û jinek bi giştî 4 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku keştiyeke NATOyê jî piştgirî daye operasyona hêzên ewlekariya peravê ya Yûnanîstanê.

Rayedarên Yûnan jî diyar kirin ku êlekên rizgarkirinê li ser koçberan nebû.

Back to top button