Bi hezaran kes ji ber zehmetiyên jiyanê ketin ser rê

Bi mirin, wendabûn û nexweşiyê razî ne.
Yekane derdê wan ew e ku xwe bighînin Amerîkayê.
Li gorî wan sedema ketina li ser vê rêya zor û zehmet, pirsgirêkên debara jiyanê ne.
Em behsa bi hezaran welatiyên Amerîkaya Navîn dikin.

Dema mirov li van dîmenan temaşe dike, dibêje qey xwepêşndaneke.

Lê rastî ne wisa ye.

Lewma ev girseya qelebalix ku piraniya wan ji Amerîkaya Navîn in, ketin ser rêya koçberiyê..

Berê wan li herêma Bakur û armanca wan jî ew e ku xwe bighînin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Di vê rêwîtiya zor û zehmet de gelekê wan ji taqetê dikevin.

Heta nih mirov jî jiyana xwe ji dest didin.

Bê goman ev zehmetî li aliyekî, tişta herî zêde zorê dide van koçberan destwerdana hêzên polîsan e.

Back to top button