Li nexweşxaneya Reqayê beşa Onkolojiyê hat vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û Komeleya Penceşêrê li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê beşê Onkolojiyê vekir.
Nexweşên penceşêrê wê bê-pere li vî beşî tedawiyê bibin.

Dayika şehîd Şiyar Kobanê, Sedîqa Daban deriyê beş vekir.

Di merasîma vekirina beşa Onkolojiyê de hat gotin:

“Piştî xebatê zêdetirî 10 salan, îro dermanê ewil ji bo nexweşan hat peyda kirin.

Vekirina vî beşê serketineke dîrokî ye.

Ji îro pê ve wê nexweşxane dest bi pêşwazkirina nexweşan bike.

Nexweşên penceşêrê wê bêpere li nexweşxaneya nîştimanî tedawî bibin

Di beşa Onkolojiyê de 24 bijîşk hene. Ev beşa yekane ye ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hêjayî bi bîrxitinê ye ku beriya vekirina beş, hemû nexweşên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dermankirinê berê xwe didan Şamê.

Ji bilî lêçûnên rêyê, şênî rastî aciziya hêzên hikumeta Şamê dihatin.

Lê ji îro û şûde dê barê wan sivik bibe.

Back to top button