26 Rojin parlementerên HDP’ê li dijî tecrîdê di Nobeta Edaletê de ne

Parlamenterên HDP’ê yên li dijî tecrîdê di nobeta Edaletê de ji bo şikandina tecrîdê banga tekoşînek hevpar kirin Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî ku li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne destnîşan kir ku heta tecrîdê bişikînin wê çalakiya wan bidomin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pêşiya mafê hevditînê ya bi Rêber Apo re were vekirin 26 roj di Nobeta Edaletê de ne.

Li ber deriyê Meclisê ya li Enqereyê parlamenterên HDP’ê îro jî li hev kombûn û daxuyaniyek dan.

Parlamenter Şevîn Coşkûn li wir têkildarî tecrîdê axaftin kir û bertek nîşanî tecrîdkirina Rêber Apo da

Şevîn Coşkûn destnîşan kir ku wê li her derê tecrîda li Îmraliyê teşhîr bikin û diyar kir ku heta tecrîd neyê şikandin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Parlamenter Şevîn bal kişand ser têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê bê dayîn û got:

“Ji ber ku pêdiviya gelên Tirkiyê bi peyameke ku Ocalan bide heye.

Li dijî polîtîkayên desthilatê em ji vir bang li hemû muxalefetê dikin ku werin em li dijî vê tecrîdê bi hevkarî têbikoşin. ”

Endamên ESP û SGDF girevên birçîbûnê li dijî tecrîdê didomînin

Her wiha Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne

Endamên ESP’ê û SGDF’ê piştî Îzmîr û Stenbolê çalakiyên xwe yên didomînin veguhestin Edenê.

Endama Rêxistina ESP’a Stenbolê Zuleyxa Muldur têkildarî çalakiyên girevên birçîbûnê de axivî.

Zuleyxa Muldur, destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, wê çalakiya greva xwe bidomînin û got:”Em ê di vê çarçoveyê de piştevaniyê mezin bikin û di bingeheke yekgirtî de xebatên berfirehtir bimeşînin.”

Back to top button