QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker yên şehîdbûna 7 şervanên wan derewand.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî îdiayên dewleta Tirk agahî da û îdiayên şehîdûna şervanên xwe derewandin.
QSD’ê weha got: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker roja 25’ê Çileyê daxuyanî dan û îdia kir ku di wê rojê de 7 şervanên me şehîd xistine.
Ev îdiayên wan ne rast in.”