Li herêma Firatê û Helebê bi çalakiyan salvegera rêzgarkirina kobanê hat pîrozkiirn û bang li gel hate kirin ku bi ruhê şerê gelê şoreşgerî bersiva teror û dagirkeriyê bidin.
Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê, li gelek deveran pîrozbahî û peyam hebûn.
- Kobanê
Bi navê Dayikên Aştiyê daxuyanî hat dayîn û hat gotin: “Di vê rojê de zarokên me bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û ji tevahî cîhanê re isbat kirin ku xwediyê maf her tim bi ser dikevin..”
- Tebqa
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi heman armancê daxuyanî da û tê de hat gotin:
“Dewleta Tirk bi desteka xwe ji çeteyên DAIŞ’ê re xweset projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Lê çiqas hewl bide derbeyê li projeya Rêveberiya Xweser bixe, dê rastî berxwedana QSD’ê û gelê herêmê were û têk biçe.”
- Minbic
Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî li ser berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê senevîzyonek nîşan da.
- Heleb
Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî li pêş avahiya xwe ya rojavayê taxê daxuyaniyek da ku tê de got: “Bi pêşengtiya hêz û lehengiya gelê Kurdistanê û herêmê û bi beşdariya şoreşgerên enternasyonalîst ev serkeftin li cîhanê tevahî belav bû.
Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî em ê li hember tevahî êrişên dagirkeran bisekinin.”