Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 86 roj in didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev nêzî 3 meh in bê navber dewam dike
Bi taybetî piştî dewleta Îranê a qirker dest bi darvekirina xwepaşandaran kir hers û berteka gel zêdetir bû.
Dadgeha Mêran a Îranê, ji ber helwesta xwarziya XAmneyî Ferîde Mûradxanî ku banga piştgiriya bi gel re kiribû 15 sal cezaya girtîgehê lê birî

Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî dewleta Îranê bê navber dewam dike

Bi taybetî piştî darvekirina xwepêşanderan, xelk li her cihî daketin kolanan û çalakî lidarxistin.

Piştî ku dewletê Muhsîn Şikarî bi dar ve kir çalakiyên gel mezintir bûn

Li bajarê Dereşar ya Îlamê, di seatên şevê de welatiyan agir berdan wêneyên rayedarên dewletê.

Xwepêşandaran li bajarê Ehwazê jî baregeheke hêzên dewletê dan ber agir.

Her wiha li Sinê jî xwendekaran dewleta Îranê protestokirin.

Ciwanan jî mala sixûrekî dewletê da ber agir.

Li bajarê Îranê Zahîdanê jî bi sedan kes daketin kolanan û dijî desthilata Îranê meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat qêrîn.

Li bajarên Çebehar, Xaş, Zehek û Îranşar ya parêzgeha Sîstan û Beluçistanê, çalakî hebûn.lidarxistin.

Çalakgerên Belûçî banga berdana girtiyên siyasî kirkin.

Darvekirina xwepêşanderê bi navê Muhsîn Şikarî ji aliyê dewletê ve hem li nav Îran hem jî dervey Îranê bû sedema nerazîbûnan.

Li Kirmaşan meşeke bêdeng hat lidarxistin..

Hêzên dewleta Îranê li vir jî êrişî xelkê kir û gelek kes birîndar bûn.

Li gelek herêmên Tahranê jî bi çalakiyên cûda, welatiyan nerazîbûna xwe ya dijî darvekirina Muhsîn anîn ziman.

Ji ber greva giştî hêzên Îranê li Şîno avêtin ser malan

Her wiha hate diyar kirin ji ber greva giştî ya rojên borî hêzên dewletê li Şîno avêtin ser gelek malan.

Kesên ku hatin girtin birine navendên îtilatê û êşkence li wan hatiye kirin.

Dadgêha Mêran ya Îranê 15 sal ceza li xwarziya Xemeneyî ferîde Mûradxanî birrî

Li aliyê din di rojên borî de xwarziya Rêberê Komara Îslamî ya dewleta Îranê Elî Xamneyî Ferîde Mûradxanî banga piştgiriya bi gel re kiribû.

Dadgeha Mêran ku bi taybetî bi dadgehkirina mêrên ayînî kar dike, ji ber helwesta Ferîde ceza lê birî.

Dadgeha Mêran 15 sal ceza li Ferîde Mûradxanî birî.

Herwiha li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji 16’ê Îlonê heta niha, herî kêm 458 kes di xwepêşandanan de hatine qetilkirin..

Back to top button