Cenazeyê fermandarê YBŞ ‘ê Agir Cefrî hat oxirkirin

Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, îro hat oxirkirin.

Cenazeyê şehîd li cihê bûyerê ji aliyê şengaliyan ve hate rakirin,

Piştre bi karwaneke wesayîtan cenazeyê şehîd Agir Cefrî birin goristana Şêxşems.

Bi sedan kes beşdarî merasîmê bû.

Şehîd Agir Cefrî piştî merasîmên olî yê Êzdiyatiyê li kêleka birayê wê Şehîd Hecî spartin axê.

Agir birayê Hecî Xidir Xelefe ku ew jî di encama êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de di sala 2021’an de li Nexweşaniya Sikêniyê şehîd bibû.

Back to top button