48 hezar û 400 ton genim û cehê li Girê Spî talan kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê weke Efrînê, li cihê ku gav avêtin dîsa dest bi dizî û talanê dikin.
Vê carê artêşa Tirk 48 hezar û 400 ton ji ceh û genim ji bajarê Girê Spî, talan kirin.

Berpirsê depoyên genin yê li Girê Spî Şêx Mihemed Ebdo têkildarî mijarê axivî diyarkir ku hemû depoyên li herêmê yên bi ceh û genim tije bûn ji aliyê artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatine talankirin.

Ebdo da zanîn ku di depoyên El-Dehlîz ê Silûkê de 11 hezar û 400 ton genim, li yê El Sexrat ê Girê Spî 11 hezar ton genim û di her du depoyan de 26 hezar ton ceh hebû.

Ebdo diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev girtin ser her du depoyan û hemû ceh û genim talan kirin.

Ebdo destnîşan kir ku çeteyan nêzî depoyên El-Dehlîz rojhilatê bajarokê Silûk rêyek taybet vekirin da ku genim bidizin û bibin Tirkiyê.

Berpirsê dopayan Şêx Mihemed Ebdo diyarkir ku çeteyên dewleta Tirk tevî wî û malbata wî malên her kesê ku di Rêveberiya Xweser de dixebitin şewitand û gefên bi kuştinê li wan xwarin.

Leave a Reply

Back to top button