Xelkê Mexmûrê li dijî hatina PDK’ê meşiyan

Hewldanên ji bo bidestxistina xalên ku HPG’ê li Mexmûrê xwe jê vekişand dewam dikin.
Hate ragihandin ku duh di navbera hêzên Iraqê û çekdarên PDK’ê lihevkirinek hatiye kirin.
Li gorî lihevkirinê wê 3 xalên kontrolê ji hêzên PDK’ê re, 3 xal ji hêzên Iraqê re bimîne.
Ji bo ku PDK’ê ewlekariya wargehê negire xelkê Mexmûrê bi meşek girseyî bertek nîşan da.

Piştî xwe vekişandina hêzên gerîla, planên li ser Qereçox û Mexmûrê zêde dibin.

Hate zanîn ku duh di navbera hêzên Iraqê û çekdarên PDK’ê lihevkirinek hatiye kirin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, şandeyek ya hêzên PDK’ê li Firqeya 14’an li gel hêzên Iraqê bi amadebûna rayederên leşkerî civiyan.

Di civînê de guftugo derbarê alozî û nakokiyên li ser baregehên li çiyayê Qereçox ê li herêma Mexmûrê de hatiye kirin.

Hate ragihandin di civînê de navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbûye

Li gorî lihevkirinê wê 3 xalên kontrolê ji hêzên PDK’ê re, 3 xal ji hêzên Iraqê re bimîne.

Piştî belavbûna van agahiyan xelkê Mexmûrê ji bo ku PDK’ê ewlekariya wargehê negire meşek lidar xist.

Meşa berxwedanê ya xelkê Mexmûrê li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi kombûna girseya gel destpê kir.

Girseya gel heta ber seytereya hêzên Iraqê ya derketina wargehê meşiyan.

Hêjayî gotinê ye, 19’ê Cotmehê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihadibû ku wan hêzên xwe ji Mexmûrê vekişandine

Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine, xwe bi cih kirin.

22’ê Cotmehê jî hêzên PDK ji bo heman deveran xwe bi cih bike bi arteşa Iraqê re ketibû nava şer.

Back to top button