Nivîsgeha Jinan ya TEV-DEM’ê sûc û binpêkirinên desthilata Îranê li dijî jinan bi daxiyaniyekê şermezar kirin.
Li Tebqayê jî Desteya Jin a Rêveberiya Xweser li ser rewşa ragihandinê û rola jinan panelek li dar xist.
Nivîsgeha Jinan ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya şaxê herêma Firatê têkildarî kuştina jina ciwan a Kurd Armîta Girawend ji aliyê hêzên Îranê de, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de kuştina Armîta wekî “kirinên hovane” hate bi nav kirin û hate şermezar kirin.
Her wiha kuştin û tundiya li dijî jinan ya li her devera cîhanê hate şermezar kirin û hate destnîşan kirin ku ev sûc encamên zihniyeta pergala mêr serwer û desthilatdar in.
Nivîsgeha Jinan dawiyê de bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li dijî van sûcan û ji bo bidestxistina azadiya xwe û mafên xwe yên rewa, têkoşîna hevpar bimeşînin.
Li Tebqayê li ser rewşa ragihandin û rola jinan panelek hat lidarxistin
Li aliyekî din jî li Tebqayê Desteya Jin a Rêveberiya Xweser li ser rewşa ragihandinê û rola jinan panelek li dar xist.
Panel bi beşdariya nûnerên ji Rêveberiyê û rêxistin û yekîtiyên jinên ciwan hate li darxistin.
Di panelê de mijarên ′Rola jin di ragihandinê de′ û ′Jin û rêveberî′ hatin nîqaşkirin.
Di penalê de Hîba Fitêh axivî û got:
“Ragihandina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di eşkerekirina berxwedana jinan a di şoreşê de roleke girîng û mezin lîst.
Tiştên jinan bi dest xistine bi keda fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”
Cîgira Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Tebqayê Semer Şehabî jî di paenlê de axivî û got:
“Berxwedana jinê xwedî girîngiyeke mezin e li dijî tevahî zihniyetên mêrsalarî û civakî ku jin di radeya yekemîn de paşguh kir.
Hevseroka Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nor El Mihemed jî qanûna ragihandinê xwend û got:
“Armanca ji qanûna ragihandinê ew e ku rêgez û hîmên ji bo pêkanîna xebata çapemeniyê werin diyarkirin.”
Di dawiyê de beşdaran pirsgirêkên jinan ên di aliyê çapemenî û rêvebirinê de nîqaş kirin û pêşniyar hatin kirin.