Li Til Temir, Til Birak, Hol, Erîşa û kampa Waşokanî roja Kobanê hat pîrozkirin

Li Til-temir, Kampa koçberên Serêkaniyê, Til-birak, Hol û Erîşa jî roja Kobanê hat pîroz kirin.
Di çalakiyan de bang hat kirin ku Kobaniya mirovahî parast divê were parastin.

Bi sedan şêniyên Til-temirê daketin qadan û roja Kobanê ya cihanî pîroz kirin..

Di çalakiyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin û têkbirina dijminê mirovahiyê Daiş ku bi saya şehîdan û projeya Netewa Demokratîk hat têkbibin hat ziman..

KAMPA KOÇEBERÊN SERÊ-KANIYÊ

Koçberên ji Serê kaniyê yên li kampan dimînin jî bi sernava “Kobanê mirovahî parastin, divê mirovahî jî wê biparêze” çalakî li dar xistin..

Koçberan banga berxwedanê li hember her cûre êrişan kir..

TIL BIRAK

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birak jî bi boneya roja Kobanê ya cîhanî, bi çalakiyekê piştevaniya xwe ya ji bo Kobanê anîn ziman.

Şênî ji çerxeriya Firin a bakurê navçeyê dest pê kir û li çerxereya şehîdan a li nava navçeyê veguherî mîtîngê..

Di mîtîngê de Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîna Xilêf axivî, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar û bang li civata navneteweyî kir ku li hember gefên dewleta Tirk piştgiriyê bidin Kobanê.

HOL

Li Holê jî şêniyan bi meşekê roja Kobanê ya cihanê pîroz kirin û banga hevgirtinê li hember êrişan hat kirin..

ERÎŞA

Li navçeya Erîşa jî welatî ji bo roja Kobanê ya cihanê meşiyan, roja piştgiriya bi Kobanê re pîroz kirin û banga xwedî derketinê li hember êrişên dewleta Tirk hat kirin..

Back to top button