56 Partî û rêxistinên Sûrî ji bo erdheja li Sûrî banga NY kir

56 Partî û rêxistinên Sûrî bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî, rêxistinên NY û yên nehikumî kir ku bilez tev bigerin û sûriyên ji bin kavilan xilas bikin.

Gelek partî û rêxistinên sûrî ji ber rewşa herêmê û mayîna bi sedan kesan di bin kavilan de û bê cih û war, daxuyaniyek da û ev bangewazî kir:

“Di her kêliyekê de bi sedan giyan bi mirinê re rû bi rû mane. Bi sedan birîndar û welatî li Sûriyê di bin kavilan de dinalin.

Ruxmî ku pêwîstiya Sûriyê bi piştgiriya navneteweyî heye. Lê heta niha helwest û însiyatîfên navneteweyî negihişt asta karesata mirovî ya li Sûriyê rû daye.

“Divê NY ji bo erdheja li Sûrî korîdora ewle veke”

Nexasim hejmara miriyan 4 hezar û 500 qurban derbas kir, lê ev bîlanço ne ya dawî ye.

Em hêz û rêxistinên ku li jêr îmze kiriye, bang li civata navneteweyî û rêxistinên NY, rêxistinên nehikumî kir ku bilez sûriyên di bin kavilan de xilas bike.

Gavên berçav bavêje, tîmên xilaskirinê yên pisporê karesatên xwezayî tevî amûrên pêwîst bişîne, korîdorên navneteweyî û mirovî yên ewle veke,

desteka tenduristî û alîkariyên mirovî yên bilez bişîne

Back to top button