Li başûrê Idlibê cihên hikûmeta Şamê ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hat armanckirin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên Tirkiyê bi giranî bajarê Kefernebil û Cebel El-Zawiyê yên Idlibê topbaran kirin.
Hêzên hikûmeta Şamê jî, bersiva êrîşan da û hin deverên çeteyan kirin armanc.
Li aliyekî din, ji ber êrîşa balefirên Rûsî yên li ser gundê Idlibê û Ladiqyê, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da.