Rêzçalakiyên li dijî tecrîd û êrişan dewam dikin

10’ê Îlonê rêzçalakiyên gelê herêmê yên li dijî tecrîdkirina rêber Apo û êrişên dewleta Tirk dest pê kirin.
Rêzçalakî dê li Hesekê di 27’ê Îlonê de bi meşeke girseyî bi dawî bibe.

Di çalakiyan de derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO, êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk hatin nîqaşkirin.

Duh li Dirbêsiyê konê çalakiyê hate vedan û çalakî îro bi meşeke girseyî bi dawî bû.

Her wiha dê 23’yê Îlonê konê çalakiyê li Qamişlo li Stadyoma 12’ê Adarê bê vedan û 24’ê mehê jî meşeke mezin were li darxistin.

Tê payîn ku wê bernameya çalaiyan li Hesekê di roja 27 Îlonê de bi dawî bibe.

Li Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya kon hat destpêkirin

Back to top button