Şeniyên Şehbayê ji bo azadiya rêberê xwe li qadan bûn

Bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê li Şehbayê bi hezaran welatî banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin.
Dayikên Aştiyê diyar kirin dem dema Azadiya Rêber Apo ye û gotin:
“Em ê sînoran hilweşînin û Rêber Apo azad bikin.”
Li Dirbesiyê jî bi armanca bal kişandina li ser tecrîdê çalakiya konvedanê hate destpêkirin.

Li hember tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo çalakî dewam dikin.

Li herêma Şehbayê jî welatiyan bi meşeke girseyî banga azadiya Rêber Apo kirin.

Hinek beta biherikîne

Meşa ji aliyê Dayikên Aştiyên ve hate li dar xistin li ser riya gundê Til Qirah dest pê kir û li parka Rêber Apo veguherî mîtingê.

“Em ê sînoran bişkînin û Rêber Apo azad bikin”

Dayikên Aştiyê bertek nîşanî tecrîdê û bêdengiya hêzên navnetewî dan û gotin:

“Dem dema Azadiya Rêber Apo ye”

Her wiha endama Meclisa Kantona Efrîn û Şehba Ehmed El Selemê jî axivî û wiha got:

Em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibin û em ê heya azadiya fizîkî ya wî pêk wereli qadan bin.

Meş bi bertekên li dijî dagirkerî û îxanetê bi dawî bû.

LI DIRBÊSIYÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO ÇALAKIYA KON HAT DESTPÊKIRIN

https://hawarnews.com/kr/haber/calakiyn-li-hember-tecrd-berdewam-in-h78517.html

Li Dirbesiyê jî bi armanca bal kişandina li ser tecrîdê çalakiya konvedanê hate lidarxistin.

Çalakî ji aliy tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate lidarxistin û di roja ewil de gelek kes serdana kon kirin.

Di çalakiyê de Hevseroka Meclisa Bajarokê Til Kermî Danyel Şêxî axivî û got:

“Bi saya raman û felsefeya Rêber Apo a biratiya gelan, pêkhateyên herêmê di nav ewlehiyê û aramiyê de ne.”

Çalakiya konvedanê wê heta du rojan dewam bike û bi xwepêşandanekê bi dawî bibe.

Li Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya kon hat destpêkirin

Back to top button