Bi armanca mîsogerkirina aramiya herêmê, hêzên ewlehiyê operasyonên xwe didomînin.
QSD`ê ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê ya hevbeş de, çeteyêkî DAIŞ`ê girtine.
Têkildarî operasyonê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyanîyek da.
Li ser hurgiliyên operasyonê QSD’ê ev agahî parveki
Hêzên YAT`ê bi operasyoneke hevbeş a li gel dijî Terorê ya Herêma Başûrê Kurdistanê (CTG) û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de, endamekî şaneyên DAIŞ`ê girt.
Operasyon li gundê El Bû Nîtil ê bajarojê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê 15`ê Îlonê li dar ket.
Piştî şopandineke hewayî ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve pêk hat.
Navendê aşkera kir ku çeteyê hatî girtin, di peydakirina çek û cebilxaneyê ji şaneyan re û fînansekirina êrişên terorîst li dijî herêmê de çalak bû.
Her wiha navendê da zanîn ku gelek çek û amûrên leşkerî yên bi çete re jî hatine girtin.