Yek ji şervana YPJ’ê Nûcan Ocalan a di êrişa li Minbicê de şehîd bû îro bi merasîmekê hate oxirkirin.
Şêniyên Minbicê destnîşan kirin ku hedefgirtin, vîna wan naşikîne û soza şopandina rêya şehîdan û berxwedana li hember dagirkeriyê dan.
Merasîma oxirkirina cenazeyê şervana YPJ`ê Şîlan Mihemed Ehmed ango bi nasnav Nûcan Ocalan li goristana Şehîdan a Minbicê li dar ket.
Di merasîmê de li ser sazî û rêxistinan gelek axaftin û peyam hatin dayîn
Di axaftinan de hate gotin:
Ji bo tola wan Çeteyên DAIŞ’ê, hevalên me hatin hedefgirtin.
Dîroka terorê û çeteyan her tim dubare dibe, ji bo ku vîna jinên azad û gelên azadîxwazin bişikînin.”
Li hember êrişan axaftvanan peyama xurtkirina vîn û têkoşînê dan
Her wiha bang li gelên herêmê hate kirin bi yekgirtina xwe rê nadin êrişên dagirkeriyê.
Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.