Tevgera Azadî: Divê Kurd bi yek dengî li ber PDK’ê rabin

Bertekên li dijî êrişên PDK’ê ên li dijî gerîla û hevakriya wê a bi dewleta Tirk re zêde dibin.
Tevgera Azadî ya li başûrê Kurdistanê diyar kir ku tişta li Biradost û Sîdekanê tê kirin komployeke dewleta Tirk e û ji aliyê PDK ve tê meşandin.
Li aliyê din jî Kurd li bajarên Mêrsîn û Stenbolê êriş û hevkariya PDK’ê hate proteskirin.

Hêrs û Nerazîbûnên Kurdan yên li dijî êrişên PDK’ê ên li ser gerîla û nokeriya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re zêde dibin.

Tevgera Azadî a li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê PDK şermezarkir û got:

“Tişta li Biradost û Sîdekanê tê kirin komployeke dewleta Tirk e û ji aliyê PDK ve tê meşandin.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin bi hatina Hakan Fîdan û hevdîtinên bi hikûmeta Iraqê re dixwazin Iraqê bixin nava şer û PDK jî li ser navê nobedarên sînor vê komployê li dijî gerîlayên azadiyê pêk tîne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin,

“PDK me nêzî metirsiya windakirina vê statûyê dike, divê em hemû bi yek dengî ji xizmeta dagirkeran re bêjin na”

Êrişên PDK’ê li Stenbol û Mêrsînê hatin şermezarkirin

Li bajarên Stenbol û Mêrsînê yên Tirkiyê jî kurdan bi dirûşma “Peywira me parastina destkeftiyên me û pêşîlêgirtina birakujiyê ye” êrişên PDK’ê protestokirin.

Çalakiya li navçeya Stenbolê Taksîmê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.

Piştî ku daxuyanî hat dayîn 15 kes hatin binçavkirin.

Polîsan, rojnamegerên nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê derxistin û nehiştin dîmenan bikişînin.

Di çalakiya li Mêrsînê de jî Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Alî Bozan bang li PDK’ê kir ku Kurdistan yek parçeye û dest ji êrişên dijî gerîla berde.

Back to top button