Li Hollandayê çalakiyek pêk hat, polîsan êriş kir

KCDK-E û TJK-E bi daxuyaniyeke hevpar êrişa polîsên Hollandayê ya li dijî çalakgeran şermezar kir.

Doh li Hollandayê Kurd û dostên wan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiyek lidarxistin.

Çalakî li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Den Haag pêk hat.

Di çalakiyê de polîsên Hollandayê êrişî çalakgeran kirin.

KCDK-E û TJK-E: Divê Hollanda li çalakvana lêborînê bixwaze

Derbarê vê de Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Ewropayê û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişa polîsan de 30 çalakger birîndar bûn, rewşa 2 ji wan giran e û12 çalakger jî bi hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê de aliyên navborî êrişa polîsên Hollandayê şermezar kirin û wiha hat gotin:

Em li bendê ne ku têkildarî êrişa polîsan lêborîn ji gelê Kurd û meşvanan bê xwestin.”

Her du aliyan piştrastkirin ku ewê li hember êrişan heta bidestxistina encamekê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Back to top button