Hikumeta Şamê qedexeya çûnûhatinê ji ser bajaokê Eyn Minîn rakir

Hikumeta Şamê qedexeya li ser bajarokê Eyn Minîn ê gundewarê şamê, ku beriya niha jinek li wir bi vîrûsê miribû, rakir.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku qedexeya li ser bajarokê Eyn Minîn ku 16 km dûrî Şamê ye hat rakirin.

Li gorî wezaretê piştî ku hat tekezkirin ku ti rewşên bi vîrûsê li bajarok tune ne, qedexe hat rakirin.

Beriya 25 rojan hikumeta Şamê qedexeeya çûnûhatinê ji bo bajarokê Eyn Minîn ragihandibû.

Ev yek piştî ku jinek li vî bajarokî bi vîrûsa Coronayê mir, pêk hat.

Back to top button