Dewleta Tirk li pey revandina malbatên DAIŞ’ê ye

Dewleta Tirk êrişî deverên malbatên DAIŞ’ê dike..
Hêzên Ewlehiyê yên li Kampê Holê bombebaran dike.
Duh ji ber tevgera balafiran jî hejmareke çete reviyan lê hatin girtin..
Rêveberiya Kampê Holê hişyariyê dide raya giştî..
QSD’ê eşkere kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk ew şerê xwe li dijî DAIŞ’ê radiwestînin..

Hemwextî êrişên esmanî yên dewleta Tirk li dijî Rojava, balafirên wê ji bo revandina malbatên DAIŞ’î ji Kampa Holê ya li Rojhilatê Hesekê ranewestin.

Vê çûnûhatina balafiran hêz da malbatên DAIŞ’ê ku tevliheviyê li hindirê Kampê derxînin..

Hinek çete ji kapmê reviyan û bi lez hatin girtin

Rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî eşkere kir ku tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk li esmanê Kampa Holê, hişt ku hejmarek malbatên DAIŞ’î birevin, lê bi lez ji hêla Hêzên Ewlehiyê ve hatin girtin.

Li gorî agahiyên me bi dest xistine, di nava wan malbatan de, zarokên bi çek jî hebûn û bi her awayî ji tevgera balafiran sûd were girtin û hewl dan birevin, lê heta kêliya amadekirina vê raporê, ew hewldan bi serî nebûn.

Di hindirê vê Kampê de ku bi ya herî “xeter” li Cîhanê tê binavkirin, bêtirî 55 hezar kes hene, piraniya wan hişmendiya DAIŞ”ê diparêzin.

Nexasim ku nêzî 8500 jin û zarok ji nasnameyên 54 welatên Cîhanê ne.

Ji lewre, Hêzên Sûriya Demokratîk hişyariyê dide ku hemwextî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, tirsa vejandina DAIŞ’ê li holê ye.

Ebdî: Ji ber êrişan em şerê xwe li dijî DAIŞ’ê disekinînin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî eşkere kir ku ji ber van êrişan wan operasyonên xwe li dijî DAIŞê rawestandine.

Ebdî di hevpeyevîneke xwe li gel Medyaya Birîtanî jî ev hişyarî da:

Eger êrişên Tirkiyê dewam bikin, ew bi parastina gel û malbatên xwe mijûl bikin û nikarin girtîgeh û kampên DAIŞ”iyan biparêzin.

Roja 23 Mijdarê, balafirên dewleta Tirk 3 caran nuqteyên hêzên ewlhiya Kampê bombebaran kirin

Di encama wê de, dîsa jimarek ji malbatan ji hindirê Kampê derketin, lê yekser hatin zeftkirin.

Her wekî 8 şervanên QSD’ê yên kamp diparastin şehîd bûn..

Rêveberiya Kampa Holê hişyarî da raya giştî û got:

Eger Kamp ji bin kontrolê derkeve wê malwêraniyeke mezin rû bide.

Ji ber vê tevgera dawî li Kampa Holê jî, nûçegihanê me ragihand ku 33 rêxistin û komleyên li hindirê Kampê karê xwe rawestandin.

Di rewşa heyî de, bi qasî 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên di lîsteya xeter a Cîhanê de ne, li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne û bi dehhezaran ji malbatên wan jî di kampên Hol û Roj de ne.

Back to top button